Kemilandina xwînereke/î baş ji ya nivîskareke/î baş zehmetir e. / J.L. Borges
Şerha xemê dil bikim fesane / Zînê û Memê bikim bahane / Nexmê we ji perdeê derînim / Zînê û Memê ji nû vejînim / Ehmedê Xanî
NAVEROK
Kargeha Nivîsîna Dramatîk dê li ser du xetan bimeşe.
Xeta yekem, dê bi pirsa “xwendin çi ye?” destpê bike û tevî agahî û xwendinên teorîk û dramaturcîk, deqên edebî yên wekî şanoname, roman û çîrok bên xwendin û herwiha fîlmên sînemayê bên temaşekirin û li ser wan deqên edebî û fîlmên sînemayê xebatên analîzî dê bê kirin. Xeta duyem jî, dê bi pirsa “nivîsandin çi ye?” destpê bike û tevî hin agahî û xwendinên teorîk û teknîk, têra xwe rahênanên cihêreng ên nivîskî bên kirin û nivîsên ku ji alî beşdarvanan hatî nivîsandin, bên analîzkirin.
ARMANC?
Armanca vê kargehê ne gihandina nivîskaran e. Nivîskarî nayê fêr kirin. Lê teknîkên xwendin û nivîsandinê dikarin bên fêr kirin. Lewre “xwendin”e yekem şertê nivîsandinê, bi xebateke xwendinî, analîzî û dramaturcîk destpê dike kargeh. Bi vê nêrînê, armanca vê kargehê, şelaxkirina arezûya xwendin û nivîsandinê yê beşdarvanan e û kesibandin û berfirehkirina çavekê analîtîk e. Bi van armancan, di dawiya kargehê de ji beşdarvanan kurte-tekstên şanoyî bê xwestin.
ENCAM
Di encamê de sê heb tekstên kurt ku ji alî beşdarvanan hatine nivîsandin, bên hilbijartin û tekstên ku hatine hilbijartin, ji aliyê lîstikvanên profesyonel ve di bernameyeke hubrît de (him zindî him online) bên xwendin.
KÎ DIKARE TEV LI KARGEHÊ BIBE?
Her kesên ku dixwazin bigihên tama xwendineke kûrtir û analîtîk,
Her kesên ku dibêjin, dixwînim lê fam nakim,
Her kesên ku dibêjin, dixwînim û fam dikim lê nikarim analîz bikim,
Her kesên ku dibêjin, dinivîsim lê hevoka yekem pir zora min dibe,
Her kesên ku dibêjin, dinivîsim lê baş nizanim çi û çawa dinivîsim,
Her kesên ku dibêjin, dixwînim û dinivîsim lê qet teknîk nizanim,
Her kesên ku dixwazin çîrok û roman û şano û senaryoyan binivîsin,
Kurt û kurmancî,
Her kesên ku dixwazin behreya xwendin û nivîsandinê bi tevkariyên piçûk ên teknîkî û teorîk fireh bikin, dikarin tev li vê kargehê bibin
Not: Tenê serîlêdanên kesên emrê wan di navbera 18-30î de ne tên qebûl kirin.
KENGÎ
Destpêk: 07.08.2021 // Dawî: 30.10.2021 // Her roja Şemîyê // Saet: 14:00-16:30
LI KU DERÊ?
Hemû ders dê li ser bernameya Zommê, bi awayekê online bê çêkirin.
BUHA
Ev kargeh bê pere ye û bi piştgiriya Kulturbunker Koln tê çê
ZIMAN
Zimanê kargehê bi giştî Kurdî/Kurmancî ye û xebatên nivîskî dê bi tîpên latînî bên çêkirin.
Di zimanê xwendinê de beşdarvan serbest in. Mînak, gava em Oedîpus Tyrannos ê Sophoklesî bixwînin, lewre wergera wê ya bi kurdî/kurmancî tune, beşdarvan dikarin li gor zanînên xwe di zimanên cuda de ev bixwînin.
ÇAWA DIKARIM SERÎLÊDAN BIKIM?
Pêşî li vê lînka jêrê bitikîne. Dûre formê tijî bike û bişîne û li benda bersiva me bisekine.
Not: Form divê bi Kurdî/Kurmancî û bi tîpên latînî bê tijekirin.
Lînk: FORMA SERÎLÊDANÊ
BEŞDARVANAN
Ji bo vê kargehê 8 kes ji Almanya, 8 kes jî ji Kurdistanê, dê bi giştî 16 kesan bên qebul kirin.
RÊZANÊ KARGEHÊ
Mîrza Metîn - şanonûs û derhêner
Şirîk û derhênerê hunerî yê Şermola Performansê
Kordînatorê Beşa Zimanê Kurdî ya Eurodramê (Tora Ewrûpayê ya Wergera Dramayê)
Hevderhênerê Neksûsê (Kombenda Şanogerên Kurd û Alman)
Avakar û edîtorê Dîalogê (Portala şano, dans û performansê)
Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitî. Di sala 2008an de tevî Berfîn Zenderlîoxlûyê wî Şermola Performans damezirand. Mîrza Metîn di warê nivîskarîyê, derhênerîyê û ekterîyê de ji alîyê gelek sazîyan ve hate perrûkirin. Heta niha 17 heb şanoname nivîsîne û 15 ji wan ji alîyê wî bi xwe ve û ji alîyê derhêner û şanoyên cîyawaz ve hatine bisehnekirin. Hin şanonameyên wî hatine wergerandin bo zimanên wek Zazakî, Almanî, Îngilîzî, Fransizî, Macarî û Tirkî. Herwiya hin berhemên wî bûne mêvanê gelek festîvalên girîng yên navnetewî û bursên nivîskarî û lêkolînî yên wekî Artist in Residency - IFA, Martin Roth Initiative, Akademie Scholss Solitude - Jean-Jacques Rousseau Fellows 2018, Goethe Institute - Research Residency Abroad 2022 û gelekên din wergirtine. Mîrza Metîn ev sê sal e li Almanyayê dimîne û wekî nivîskar û derhêner di xebatên xwe de berdewam e.
Berhemên wî yên çapkirî ev in: Reşê Şevê (2010, Stembol - bi hevkarîya Berfîn Zenderlîoxlû), Jêrzemîn/Şanoya li Jêrzemînê (2014, Amed), Ziwsichenhalt (2018, Almanya), Lîstikên Tomerî 1 (2018, Stembol), Gottes Gewalter Leichnam (2020, Almanya - bi hevkariya Volker Lüdecke, Wajiha Said û Katharina Schlender) Gravité (2021, Fransa) Disco Number 5 (2021, Amerîka)