MÎRZA METÎN

  

şanonûs, derhêner


Hevpar û derhênerê hunerî ya ŞERMOLA PERFORMANSê

Kordînatorê Zimanê Kurdî ya EURODRAMê - Tora Ewropî ya Wergera Dramayê

Hevderhênerê NEKSUSê – Girêdanka Şanogerên Kurd û Almanan


Di sala 1980yi de ji dayik bû. Ji sala 1994î pê ve bi şanoyê re mijûl e. Li Navenda Çanda Mezopotamya perwerdehiya şanoyê girt. Di Konsevatuvara Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ITU) Beşa Reqsên Gelerî de sê salan xwend. Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Rexnegiriya Şano û Dramaturjî kuta kir. Di sala 2008an de tevî Berfîn Zenderlîoglu Şermola Performans (navê berê Destar Theatre bû) ava kir. Ji terefê gelek saziyan ve hate xelat kirin. Li ser teknîkên hilm û deng û çîrokbêjiya dengbêjan lêkolînan dike û bi roniya wan lêkolîna kargehên lîstikvaniyê çê dike. Bi kurdî û bi tirkî dinivîse. Heta niha 15 heb lîstik nivîsî û 13 heb ji wan yan ji alîyê xwe yan jî ji aliyê derhênerên cûda ve hate sehnekirin. Hin lîstikên wî hate wergerandin ji bo Tirkî, Almanî û Îngîlîzî. Mîrza Metîn karê xwe yên hunerî him li Almanya û him jî li Tirkîye dimeşîne.   


(Photo by olbasacik)